SerekeSîyasî

Li Îraqê li hemû parêzgehan qedexeya derketina derva hatîye elamkirinê

Fermandarîya Îraqa Fêdêral roja duşemê derheqa elamkirina qedexeya derketina derva, ya li hemû parêzgehan, elam kirîye, dema ku peyîhatîyên Muktada As Sedir li parêzgehên cuda-cuda avayên hukumatê dagir kirin.

Hatîye dîyarkirinê, wekî ew hal ji êvara roja duşemê destpê dibe.Derheqa wê yekêda  prêssa îraqîye dewletê elam kirine.

Qirara derheqa wê yekêda piştî wê yekê qewimî, wextê ku hêzên îraqîye bêqezîyabûnê li  Bexdaya paytext ew biryar qebûl kirin.

Piştî wê yekê, çawa ku Sedir elam kir, wekî ew naxweze li welêt şer hebe û got, wekî ew ji sîyasetê dûr dikeve, bi hezara piştgirên wî ketine zona Kesk û bo wê yekê jî hêzên sîlihkirî li dor-bera cîhwar kirin.

Serokê Îraqê Berhem Salih bangî protêstokira kirîye, ku  konflîktê berdewam nekin.

Nava vîdêyoda dîyare, ku çawa hêzên bêqezîyabûnê dicêribînin protêstokira belavkin û pêra jî gaza hêsiranînê didine xebatê û nava hewêda jî agir dikin.

Li Bexdayê, du meriv hatine kuştinê û 19 meriv birîndar bûne. Serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî bangî Sedir kirîye, ku ew bêje piştgirên xwe, ku ji avayê hukumatê derkevin.

Organîzeya Netewên Yekbûyî jî bang kirîye, ku xwe zeftkin û bangî prortêstokira kirîye ku ew ji avayê hukumatê derkevin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button