SerekeSîyasî

Barzanîyê lîdêr bangî alîyên li Îraqê kirîye ku xwe zeftkin

Lîdêrê kurd Mesûd Barzanî nerihetîya xwe girêdayî halê li Îraqêva daye dîyarkirinê û bangî alîya kirîye ku îzinê nedin ku hal ji bin kontrolê derkeve.

Piştî wê yekê, dema ku lîdêrê heja sadrîstaye li Îraqê Muktada As Sedir derheqa  dûrketina xweye sîyasetê elam kir, piştgirên wî derbazî zona Kesk, ya li Bexdayê bûn û di navbera piştgtrên Sedir û hêzên bêqezîyabûnêda pevçûyîn destpê bûn.

Nava banga xweda Barzanîyê serok elam kirîye,wekî ew girêdayî vî halîra nerihetin. “Ez hêvîdarim, wekî hemû kes wê cabdarîyê bide kifşê û wê îzinê nedin, ku sîlih bê xebitandinê û zordarî bê mîyaserkirinê. Ez hêvîdarim, wekî biryarên bona cabdarîya berjewandîyên milet û welêt wê bêne lênihêrandinê”,-Mesûd  Barzanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button