SerekeSîyasî

Kanadayê, Tirkîyayê, Kûvêytê û welatên mayîn bangî welatîyên xwe kirine ku ji Îraqê der bikevin

Kanadayê bangî welatyên xwe kirîye ku ji Îraqê der bikevin, çimkî li zona Bexdayêye Kesk du roja ser hev pevçûyîn qewimîne.

“Heger hûn li Îraqêne, bi rîya bazirganîyê derkevin, wî cûreyî îzin heye û bêqezîyaye”,-nava elametîya baylozxana Kandayê, ya li Bexdayê hatîye gotinê.

23 piştgirên Muktada As Sedir  destpêka pevçûyînada hatine kuştinê, lê 38O meriv jî birîndar bûne.

Tirkîyayê û Kûvêytê jî bangî welatîyên xwe kirine, ku ew  ji Îraqê derkevin, lê Yekîtîya Mîrtîyên Ereba jî çûyîn-hatina teyaraye li Bexdayê dane sekinandinê.

Îranê jî sînorê xweyî tevî Îraqê daye girtinê û hinek kampanîyayên wêye avîyasîyon jî çûyîna li Bexdayê dane sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button