H’emû nûçeSereke

Borêl hevdîtina Paşînyan-Mîşêl- Elîyêv silav kirîye

Cîgirê serokê komîsîya Avropayê, wekîlê Yekîtîya Avropayêyî pirsên karên der û sîyaseta bêqezîyabûnê, Jozêp Borêl hevdîtina 31 ê tebaxê, ya srokê Konsêya Avropayê Şarl Mîşêl, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv silav kirîye. Derheqa wê  yekêda ewî rûpelê xweyî Twittere da nivîsîye.

«Ew yek girînge ku meriv nava pirsa qayîlnivîsara aşîtîyêda pêşkeftinê bibîne û cedandina bona pirsên hûmanîtarî û govekên pêwandîyada bide xebatê. Yekîtîya Avropayê dîsa şuxulkarîya xweye nava pêvajoya boy aşîtîyê berdewam dike»,- Borêl nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button