H’emû nûçeSereke

Nêzîkî 100,000 mêvan wê beşdarî çalakiyên STARMUS yên li Ermenîstanê bibin  

Di çarçoveya fêstîvala navneteweyî ya STARMUS de, ku dê ji 5 heta 10 ê îlona sala 2022-an li Ermenîstanê bê lidarxistin, li bendê ne ku dora 100,000 zîyaretvan be. Festîvala STARMUS li cîhanê yekane tê hesibandin ku bûyer û axaftinvanên bi vî rengî hene. Bûyerên ku di çarçoveya festîvalê de tên lidarxistin cuda ne û hem axaftin û konsêrtan û hem jî kampên zanistî û maseyên girover hene, ku armanca wan popûlerkirina zanistî û gihandina wê ji bo gerseyeke berfireh, bi taybetî xwendekar û ciwanan e.

Fêstîvala ku di sala 2017 an de li Norvêcê hat lidarxistin, qampa Starmus ji 45 hezarî zêdetir zyaret kir û tê pêşbînîkirin ku di sala 2022 an da li Ermenistanê derdora 100 hezar zyaretvan hebin. Fêstîvalên berê mazûvanîya 25 xelatgirên Nobêlê, axaftvanên bi prêstîj yên wek Stîvên Hokîng, Nêyl Armstrong, Hans Sîmêr û yên din kiribûn, lijneya bawermendên STARMUS ji zanyarên navdar yên cîhanê, mûzîkvan, nûjenên wekî Brayan Mêy, Êmanûêl Şarpantîyê, Zîl Tartêr û Tonî Fadêl pêk tê.

Di çarçoveya fêstîvala STARMUS de, mêdala bi prêstîj ya zanyarê navdar yê cîhanê Stîvên Hokîng jî tê xelatkirin, ku têde beşdarîya popûlerbûna zanistê dike. Di merasîma pêşkêşkirina mêdalya Hokîng de tê çaverêkirin ku bernameyeke konserê ya taybet bi pêrformansên bijarte were lidarxist

Di nav çalakîyên balkêş yên ku di çarçoveya fêstîvalê de têne organîzekirin, maseya dor 108 deqeyî ya bi beşdarîya xelatgirên xelata Nobêlê, Star Party, ku dê bi beşdarîya mêvan û zanyarên cîhanê yên navdar li Garnîyê were organîzekirin, heye. Têlêskopên ku di çarçoveya fêstîvalê de anîne Ermenîstanê dê bên cîh.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button