SerekeSîyasî

Spîkêra parlamêntê: bûyarên li Îraqê dikarin li ser Kurdistanê tehsîra xwe bihêlin

Spîkera parlamenta  Herêma Kurdistanê Rêvaz Faykê, girêdayî bûyarên van axirîyara, yên li Îraqê bangî hêzên sîyasî kirîye ku nava çareserkirina aramîyêda rola pozîtîv bilîzin.

«Îraq êtapa giranra derbaz dibe, rûyê kîjanêda halê sîyasî, êkonomîkî, qewînbûna sosîyalî û usa jî neqewînbûna ewlehîyêda pêşda hatîye»,- Rêvaz Faykê gotîye.

«Welat berbi yazîya neeyan diçe û ev yek dikare tehsîra xwe li ser Herêma Kurdistanê bihêle»,- ewê gotîye û bangî hemû partîyayên sîyasî û hêzên sîyasî kirîye, ku dîyalog û gavên xwe bikin yek.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button