H’emû nûçeSereke

Girîngîya mîyaserkirina pevketinên bi rêya elametîyên sêalî destanî hatîye îzbatkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov hatîye.

Wextê hevdîtinê, Ararat Mîrzoyan û Sêrgêy Lvrov cêrge pirsên derheqa hevkarîya ermenîya-rûsa gotûbêj kirine.

Beşdarên hevdîtinê usa jî pirsên ewlehîya herêmî û pirsên qewînbûnê gotûbêj kirine. Fikir dora pirsên dîyarkirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, yên êkonomîkî û vekirina rêyên transportê hatine pevguhartinê. Xeberdan usa jî derheqa normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, pirsên derheqa dew û doza Qerebagê çûye.

Ararat Mîrzoyan cedandinên alîyê rûsa, nava wanda usa jî yên nava çarçoveya koma Mînskêda girîng hesab kirîye. Girîngîya mîyaserkirina pevketinên bi rêya elametîyên sêalî destanî, hatîye îzbatkirinê.

Rola aşîtîparêzên rûs, ya li Qerebagê girîng hatîye hesabkirinê.

Bi xeberdana derheqa encamên şerê 44 rojeda, rûyê çida pirsgirêkên hûmanîtarî pêşda hatine, Ararat Mîrzoyan derheqa paşdavegerandina dîlên ermenîda xeberdaye û derheqa pêwîstîya parastina mîrata ermenîye dîrokî-çandîda, ya bin kontrola Adirbêcanêda daye dîyarkirinê.

Mîrzoyan û Lavrovê wezîr usa jî derheqa teşkîlkirina civîna Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, ya ku wê li Yêrêvanê pêk bê, derheqa seredana serokê Rûsîyayêye li Ermenîstanê, xeberdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button