H’emû nûçeSereke
Demeke nêzîkda emê îdî îmîca welatekî ku tenê madenên xwe der tîne, unda bikin: Kêrobyan
Ji Ermenîstanê deranîna madenên li welêt gihîştîye dereca nimiz: hetanî 3O selefî. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan li parlamêntê gotîye.
Ewî bîr anîye, wekî nîveka salêye ewlinda aktîvbûna êkonomîkî bi 13,1 selefîva zêde bûye.
«Bi qîmetkirina me ew yek ne tenê guhartinên gêopolîtîkîva girêdayîye, lê usa jî bi sîstêmên hundurva»,- wezîr gotîye.
«Nava sîstêma deranînêda beşa senaya madenî nimiz bûye û gihîştîye 3O selefî. Ew yek dide kifşê, ku emê demeke nêzîkda îdî îmîca welatekî ku tenê madenên xwe der tîne, unda bikin»,- Kêrobyan gotîye.