H’emû nûçeSereke

Di navbera Ermenîstanê û welatên endamên Yekîtîya Avrorayêda wê zona avîyasîyone tomerî bê sazkirinê

Komîsîya parlamêntêye pirsên êkonomîkî hate ser wê fikirê, wekî pêwîste begemîyê bidine projeya derheqa sazkirina zona avîyasîyone tomerîda, ya di navbera welatên Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanêda.

 Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Armên Sîmonyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî meremê qayîlnivîsarê ewe, ku sûka avîyasîyon bê azakirinê. Xêncî wê yekê bi wî cûreyî qewilên konkûrênsîya aza saz dibin.

Bi qebûlkirina qayîlnivîsarê bona goveka Ermenîstanêye avîyasîyon, mecalên nû wê sazbin û pêwandîyên welatîyên Ermenîstanê tevî welatên avropî hêsa dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button