H’emû nûçeSereke

Heger bi têorî Ermenîstan bikeve bin sanksîya, ewê Rûsîyayêra dest nede: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derheqa wê pirsêda jî xeberdaye, bi kîjanê daye dîyarkirinê  ku gelo Ermenîstan ji wê yekê natirse, wekî rûyê pêwandîyên tevî Rûsîyayê ew dikare bikeve bin sanksîya. Derheqa wê yekêda Paşînyan wextê  civîna Rojhilatê xeberdaye.

Bi xeberdana derheqa sanksîyada, Paşînyan daye dîyarkirinê ku heger Ermenîstan bikeve bin sanksîya ew yek wê Rûsîyayêra jî dest nede.

Hûn çi pêşnîyar dikin? Em pêşnîyar dikin hevkarîya rast bikin û wan mecala bidine xebatê, yên ku niha hene, yên ku ne tenê Rûsîyayêva girêdayîne, lê usa jî Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkîva. Em bona wan welatîyên Rûsîyayê şane, yên ku hatine Ermenîstanê. Heger ew tên Ermenîstanê, ew nava Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda dibînin û ew mecal heye, wekî ewê vegerine Rûsîyayê, lê ne ku li Fransîyayê, yan jî li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bixebitin. Berê gelek tûrîstên rûs wextê hêsabûnê dihatine Ermenîstanê, lê niha ew wextê hêsabûnê diçine Rûsîyayê»,- Nîkol  Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button