
Krîzeya sîyasîye îroyîn, ya li Îraqê encamên teribandinên konstîtûsîyayêne. Derheqa wê yekêda lîdêrê kurd Mesûd Barzanî, wextê hevdîtina tevî baylozê Yekîtîya Avrlopayêyî li Îraqê Wîlî Varjola, gotîye. Wextê hevdîtinê fikirên derheqa têmayên cuda-cuda, nava wanda usa jî bûyarên li Herêma Kurdistanê û li Îraqê, hatine pevguhartinê.
Lîdêrê kurd daye dîyarkirinê, wekî rûyê teribanditnên konstîtûsîyayê ev hal pêşda hatîye û serda zêde kirîye, wekî hukumata Îraqêye mayîn gerekê li ser bingeha prînsîpên «hevkarîyê, balansê û konsêsûsê, usa jî parastina mafê cimeta kurd» bê sazkirinê.
Çi ku derheqa hilbijartinên parlamêntêdane, yên li Herêma Kurdistanê, Barzanî gotîye, wekî partîya Kurdistanêye Dêmokratîk piştgirîya dengdayîna zûtirekêye û pêra jî bangî civaka navnetewî kirîye, ku ew wextê hilbijartina rola xwe nava monîtorîngêda bilîze.
Varjola ji alîyê xweda gotîye, wekî Yekîtîya Avropayê wê mîsîya xwe bişîne Herêma Kurdistanê, lê derheqa wê yekêda bi hûrgilî nedaye dîyarkirinê.