Li pêşîya Ermenîstanê pirs tune ku berbi Rojavayê herin, yan berbi Rûsîyayê:Nîkol Paşînyan
Ermenîstan û Rûsîya hevkarên stratêcîne û bi vê yekê hemû tişt hatîye gotinê.Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina li Vladîvokstokê, ya tevî dîyaspora ermenî, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.
«Gelo me gotîye, wekî emê ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî derkevin û bikevine Yekîtîya Avpopayê, gelo em dibêjin, wekî emê ji Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv derkevin û bikevine nava NATO ê? Na xêr, em usa nabêjin û nava armancên meda tiştên wî cûreyî tune. Bi wê yekê ew pirs tê girtinê. Lê ew yek nade kifşê, wekî gerekê pêwandîyên me tevî Yekîtîya Avropayê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Îranê, Hindistanê û Çînistanê tunebin. Belê, em niha dicêribînin pêwandîyên tevî Tirkîyayê û Adirbêcanê bidine normalkirinê»,- Paşînyan gotîye.
«Roja îroyîn pirsê didin, ku gelo em natirsin, ku emê bikevine bin sanksîya, heger em tevî Rûsîyayê nava pêwandîyadanin? Em tu tiştekî neqanûnî nakin û tiştê veşartî nakin. Em gerekê rast bişuxulin ku pêşkeftina pêwandîya negihîje pirsgirêka»,- serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.