H’emû nûçeSereke

Hemcivîna dêrên hemdinîyayê bi elametîya mexsûsva derheqa pirsa Arsaxêda daye dîyarkirinê

Li bajarê Almanîyayêyî Karlsrûyê  van roja hemcivîna şêwira dêrên hemdinîyayê pêk hatîye.

Çawa ku Armênprêssê ragîhandîye, hemcivînê elametî derheqa Arsaxêda belav kirîye.

Nava elametîyêda hemcivînê şerê 44 roje, yê ku ji alîyê Adirbêcanêda hatibû destpêkirinê,  gunehkar kirîye û civînê pêra jî piştgirîya xwe, ya hindava mafê xweqirarbûna cimeta Arsaxê daye dîyarkirinê.

Hemcivînê usa jî xebitandina sîlihên kîmîyayî û xirabkarîyên leşkerîye mayîn gunehkar kirîye, bang hatîye kirinê, ku dîlên ermenîye leşkerî, yên ku li Adirbêcanêne, aza bên berdanê. Xêncî wê yekê bangeke cuda jî derheqa parastina çanda ermenîye bin kontrola Adirbêcanêda hatîye kirinê, nava kîjanêda ew berbirî YÛNÊSKO ê bûye.

Bona helkirina pirsgirêka Arsaxê, hemcivîn berbirî Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avpopayê bûye, ku nava doranên koma Mînskêda dîyalogê destpêkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button