H’emû nûçeSereke

Wextê hevdîtina tevî hemsedirê koma Mînskêyî amêrîkî, serokwezîrê  Ermenîstanê dasekinandina şuxulkarîya hevraxeberdana girîng hesab kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr hemsedirê koma Mînskêyî tezekifşkirî Fîlîp Rîkêr qebûl kirîye.Armênprêssê ragîhandîye, wekî Nîkol Paşînyan Fîlîp Rîkêr qulixa nûda pîroz kirîye û seredana wîye li herêmê slav kirîye.Serokê hukumatê  derheqa rola Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye girîngda, ya çawa hemsedira koma Mînskê û ya nava şuxulkarîya helkirina pirsgirêka Qerebagêda xeberdaye. Nîkol Paşînyan dasekinandina şuxulkarîya hevraxeberdana girîng hesab kirîye.

Beşdarên hevdîtinê cêrge pirsên derheqa pirsgirêka Qerebagêda gotûbêj kirine.

Xeberdan usa jî derheqa pirsgirêkên hûmanîtarîda, yên ku nava encamên şerê 44 rojeda pêşda hatine, çûye. Derheqa dîlên ermenîye leşkerîda jî, yên ku li Adirbêcanê tên xweykirinê, çanda ermenîye bin kontrola azêrîyada, parastina wêda hatîye dîyarkirinê.

Fikir dora  normalkirina pêwandîyên  Ermenîstanê û Adirbêcanêda hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button