H’emû nûçeSereke

Adirbêcan cêribandinên pêşdahatinê nade sekinandinê: wezîreta parastinê

Halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya imberî şebeqê seheta O8:OO nehatîye guhartinê. Li hinek cîhên sînor şer li ser tabîya berdewam dibin. Dijmin cêribandinên pêşdahatinê nade sekinandinê.

 Derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Aram Torosyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî li alîyên Vardênîsê, Sotkê, Artanîşê, Îşxanasarê, Gorîsê û Kapanê topbarankirin berdewam dibin, mînavêja, dirona û sîlihên mayîne mezin didine xebatê û xêncî sîstêmên leşkerî usa jî sîstêmên sîvîl dikine hedef. Derheqa wê yekêda berdevkê wezîretê gotîye û serda zêde kirîye, wekî li ber wekîlên baylozxanên welatên dere li Ermenîstanê, yên leşkerî hal hatîye raberkirinê û hatîye dîyarkirinê, wekî temamîya cabdarîya van bûyara dikeve ser serokatîya Adirbêcanêye leşkerî- sîyasî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button