H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê pêvajoya amadekirina provokasîyayê destpê kirîye: Marûkyan

Baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan derheqa provokasîyona Adirbêcanêda xeberdaye. Derheqa wê  yekêda ewî rûpelê xweyî facebook da nivîsîye: «Nava hevtîya dawîda wezîreta Adirbêcanêye parastinê herroj elametîyên nerast belav dikirin, ku giva hêzên ermenî li cîhên xeta pêşine cuda-cuda agir barandine û giva piştî wê yekê azêrîya gavên anegor avîtine û agirbarandin hatine sekinadinê.

Li ber çevaye, wekî îdarên Ermenîstanêye parastinê ew înformasîyayên nerast înkar dikin, wekî tu kesî ji alîyê ermenîyada berbi Adirbêcanê agir nekirîye.

Gelek dipirsin, ku bona çi Adirbêcan van înformasîyayên nerast belav dike: em hemû jî zanin, wekî dema ku Adirbêcan provokasîya bi sirê amade dike, pêşîya mîyaserkirina wê provokasîyonê elametîyên wî cûreyîye nerast belav dike, ku wê provokasyîona xwe paşê mîyaserke.

Hemû alîyên civaka navnetewî, yên ku bi pêvajoya ermenîya-azêrîyaye aşîtîyêva hewaskare û dixwezin ku pirsgirêka Qerebagê bê helkirinê, gerekê bi guhdarî dîna xwe bidine vê yekê û zelal femkin, wekî Adirbêcanê pêvajoya amadekirina provokasîya bi sirê destpê kirîye.

Nava vî halîda bersiva civaka navnetewî dikare wê provokasîya nû bide sekinandinê».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button