Wekîlê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mehmûd Mehmed elam kirîye, wekî partîya wî dewê dike ku helkirina krîzeya li Îraqê bê dîtinê û serda zêde kirîye, wekî hetanî niha ji alîyê partîya Dêmokratîk û Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanêda kandîdatê bona qulixa serokê Îraqêda tune.
Çi ku derheqa înîsîyatîva Partîya Kurdistanêye Dêmokratîkdane, ya bona helkirina pirsgtêka sîyasî, Mehmed gotîye, wekî partîya Kurdistanêye Dêmokratîk cimeta Îraqê zelal dide femkirinê, wekî ev pirsgirêk gerekê bi rîya dîyalogê, hevfemkirinê û qedirgirtinê bê helkirinê.
Mehmed serda zêde kirîye, wekî nenihêrî wê yekê ku di navbera alîyada hevraqayîlnebûn hene, hemû gerekê bi hevra rûnên û paşê bidine zelakirinê, ku gerekê çi cûreyî pirsgirêkê helkin û çi cûreyî ji vî halî derkevin.