H’emû nûçeSereke

Opêrasîyonên leşkerîye li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê gerekê lez bêne sekinandinê: serokê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê

Hemsedirê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê, wezîrê Polonîyayêyî karên der Zbîgnêv Raû û sêkrêtara organîzeyêye sereke Hêlga Marîya  Şmîdê bang kirine ku agirbarandinên li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê bidine sekinandinê. Derheqa wê yekêda ji beşa pêwandîyên tevî prêssayê, ya organîzeya avropî ragîhandine.

«Sertbûna opêrasîyonên leşkerî, yên li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê gerekê lez bêne sekinandinê. Pêşkeftina bi rîya dîplomatî destanî gerekê neyê undakirinê. Nava 18 mehên dawîda qayîlîya Ermenîstanê û Adirbêcanê hatîye destanînê, ku xebatê berdewam bikin, bona ku bighîjine peymana aşîtîyê. Ev pevçûyîn pêşkeftinê dikine bin qezîyayê û bi wê yekê jîyana gelek meriv dikine nava xeterê»,- Zbîgnêv Raû gotîye.

Sêkrêtara organîzeyê Hêlga Şmîdê jî sirîya xwed daye dîyarkirinê, wekî opêrasîyonên leşkerî gerekê bêne sekinandinê, bi taybetî bona ku ji kuştina meriva dûr bimînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button