H’emû nûçeSereke

Blînkênê  bi xwe çareserkirina pirsgirêkên aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda mijûl bibe

Duh 15-ê îlonê di navbera serokwezîrê Ermenîstnê Nîkol Paşînyan û sêkrêtarê dewletê, yê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blîkên qisa bi têlefonê qewimîye.

Weke ku di peyama wezîreta karên der ya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda hat ragîhandin, Êntonî Blînkên ji ber ku di nava encamê opêrasyonên leşkerî yên vê dawîyê yên li ser sînorê Ermenistanê û Adirbêcanê de jîyana xwe ji dest dan, serxweşî da.

Sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî  ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê careke din teqez kir û diyar kir ku yekane rêya pêşkeftinê dîplomasî ye û destnîşan kir ku ewê  bi xwe bi vê mijarêva mijûl bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button