SerekeSîyasî

Xalêda Xelîla êzdî çawa berdevka Mesûd Barzanî hatîye kifşkirinê

Parlamêntvan Xanan Al Fetlawî raberkirina jinaye nava sîyaseta Partîya Kurdistanêye Dêmokratîkda bilind qîmet kirîye û bi hêvîdarî gotîye, wekî  partîyayên îraqîye mayîn jî wê çev bidine  wê meselê.

Twittere da ewê daye dîyarkirinê: “Nenihêrî wê yekê, wekî nava sîyaseta Partîya Kurdistanêye Dêmokratîkda ez hinek xalara qayîl nînim, lê nava pirsa nêzîkbûna hindava jinada Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk berdevke bloka parlamêntîyê jin kifş kirîye, lê niha jî çawa berdevkê lîdêrê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî jin hatîye kifşkirinê.Ev yek layîqî pesindayînêye”.

“Sê jinên ji dînên cuda-cuda… ez hêvîdarim wekî partîyayên mayîn wê çev bidine vê meselê”,- ewê gotîye.

Em bêjin doktor Xalêda Xelîl çawa berdevka Mesûd Barzanî hatîye kifşkirinê.

Xalêda Xelîl nivîskar û profêsore, ya ku şêwirmenda serokê parlamênta Kurdistanê bû û ji partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, endama parlamênta Îraqê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button