SerekeSîyasî

Kurdistan û ŞAY mêmorandûma nû, ya derheqa piştgirîya hindava pêşmergada îmze kirine

Herêma Kurdistanê  û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dokûmênta nû, ya derheqa berdewamkirina piştgirîya hindava hêzên pêşmergada, ya nava şerkarîya dijî DAÎŞ ê da, îmze kirine.

Dokûmênt ji alîyê alîkara wezîrê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, yê parastinê, Sêlêsta Valandêrê  û wezîrê Herêma Kurdistanê, yê pirsên pêşmerga Şoreş Îsmayîlda hatîye îmzekirinê.Wextê îmzekirina dokûmêntê usa jî serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîr Mesrûr Barzanî amade bûne.

«Eva mêmorandûma dawîye ya ku hatîye îmzekirinê, lê ya ewlin sala 2O16 a hatîye îmzekirinê. Mêmorandûm derheqa hevkarîya di navbera Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û cimeta Kurdistana Îraqêda, usa jî ya bona şerkarîya dijî DAÎŞ ê, dide kifşê»,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Em bêjin, wekî pêşda alîkara wezîrê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî rastî Mesrûr Barzanîyê serokwezîr hatîye bona ku pirsên hevkarîya leşkerî, yên di navbera Hewlêrê û Waşîngtonêda gotûbêj bikin.

Herdu alî jî qayîl bûne, ku hevkarîyê bidine qewînkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button