H’emû nûçeSereke

Di hevdîtina bi Blînkênra, Paşînyan bal kişandîye ser şermezarkirina kiryarên Adirbêcanê yên ku ji aliyê civaka navneteweyîda hatine şermezarkirinê

Serokwezîr Nîkol Paşînyan li New Yorkê, di çarçoveya Civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da, rastî wezîrê karên der yê Amêrîkayê Êntony Blînkên hatîye. Serokwezîr bal kişandîye ser êrîşa berfireh, ya Adirbêcanê ya li dijî axa Ermenîstanê û bal kişandîye ser helwest û nirxandinên eşkere yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, yên derbarê bûyerên qewimîda. Serokê hukûmeta Ermenîstanê hewildanên Blînkên ji bo piştgirîkirina pêvajoya muzakere û diyalogê bilind nirxandîye. Nîkol Paşînyan her wiha bal kişandîye ser girîngîya şermezarkirina kiryarên Adirbêcanê, yên ji aliyê civaka navneteweyîda, vekişîna hêzên Adirbêcanê ji axa Komara Ermenîstanê, vegerandina dîlên şêr yên ermenî. Êntony Blinken tekezî li ser amadebûna Amerîkayê, ya ji bo berdewamkirina hewlên xwe yên di pêvajoya danûstandin û aştiyêda kirîye û tekezî li ser pêwîstiya çareserîyeke berfireh û demdirêj, ya kêşeya Qerebaxê kirîye, ji bo gelê Qerebaxê jî. Wezîrê karên der yê Amerîkayê bal kişandîye ser hevdîtina sêalî ya li gel wezîrên karên der, yên Ermenîstanê û Adirbêcanê li New Yorkê û hêvî kirîye ku di demeke nêzîkda ev gotûbêj berdewam bibin. Di hevdîtinêda her wiha li ser berdewamîya pêşxistina pêwendîyên ermenî-amerîkîya û mijarên din yên balkêş hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button