H’emû nûçeSereke

Paşînyan rastî serokê Îranê Reyîsî hatîye

Li Nyû Yorkê Nîkol Paşînyanê serokwezîr rastî serokê Komara Îranêye Îslamî Êbrahîm Reyîsî hatîye.

Serokwezîr bi hûrgilî derheqa agrêsîya berfirehda, ya Adirbêcanêye dijî Ermenîstanê û usa jî encamên wan opêrasîyonada xeberdaye. Ewî usa jî derheqa girîngîya bersiva civaka navnetewî da, nava wêda usa jî ya Îranê daye dîyarkirinê.

Nîkol Paşînyan razîbûna xwe bona qîmetkirinên alîyê Îranêda xeberdaye û hevkarîya dualî girîng hesab kirîye.

Êbrahîm Reyîsî daye dîyarkirinê, wekî Îran bi  guhdarî dîna xwe dide bûyarên li herêmê û serda zêde kirîye, wekî hemû pirsgirêkên li herêmê gerekê bi rêya edil bêne helkirinê.

Bi gotina serokê Îranê, tabîya Îranêye hindava îzinnedayîna guhartinên sînoraye li herêmê û yekîtîya têrîtorîya, ya zelale û pêwandîya Ermenîstanêye tevî Îranê gerekê nekeve bin qezîyayê. Reyîsî gotîye, wekî welatê wî hazire piştgirîyê bide îzbatbûna aramîya li herêmê û serda zêde kirîye, wekî pirsa ewlehkarîya Ermenîstanê bona  Îranê gelekî girînge.

Herdu alîya jî fikir derheqa hevkarîya di navbera nava herdu welatada pev guhartine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button