H’emû nûçeSereke
Wezîreta edaletê Atîla Çîçek û Husêyn Yildirimê kurd teslîmî Trkîyayê nekirîye
Piştî elametîya qulixdarîya ewlehkarîya miletîyê, elametîya wezîrta edaletê jî hatîye belavkirinê, kîjanêda hatîye gotinê wekî ew yek dikeve nava borcdarîyên wezîretê ku merivên hatine mehkemekirinê, beşa cezayê xwe dikarin li welatê xwe biqedînin.
«Feqet, wezîreta Ermenîstanêye edaletê li gorî înformasîyayên malperên cuda-cudada belavkirî, kurdên bi navên Atîla Çîçek û Husêyn Yildirim teslîmî Tirkîyayê nekirine. Li wezîreta edaletê pirsa teslîmkirina wan meriva jî nehatîye gotûbêjkirinê»,- nava elametîyêda hatîye gotinê.