
Nava heyşt mehên salêye ewlinda Ermenîstanê aktîvîya êkonomîkîye bilind daye kifşê û ew gihîştîye 13,9 selefî, lê meha tebaxêda ew gihîştîye 18,4 selefî. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan, wextê civîna hukumatê, gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê wekî kompanîya planên xwe didine rastkirinê. «Em hemû bi wî cûreyî dicêribînin piştgirîyê bidine wan ku ew ji planên xweye învêstîsyîon û praktîk dûr nekevin û bikaribin învêstîsîyayên xwe nava êkonomîka meda cîhwarkin»,- ewî gotîye.
Nîkol Paşînyanê serokwezîr jî serda zêde kirîye, wekî hemû tişt gerekê bê kirinê ku şuxulkarîya êkonomîkî bê çareserkirinê.