SerekeSîyasî

Fûad  Husêyn: Îran û Tirkîya dixwezin pirsgirêkên xweye li cem xwe cîguhastî Kurdistanê bikin

Wextê axaftina xwe, ya bona êrîşa Îranêye ser Herêma Kurdistanê, wezîrê Îraqêyî karên der Fûad Husêyn gotîye, wekî Îran û Tirkîya dixwezin pirsgirêkên xweye li cem xwe cîguhastî Kurdistanê bikin.

«Partîyayên opozîsîyon û teşkîletên Îranê û Tirkîyayê îşê wanî hundure, lê herdu welat dixwezin pirsgirêkên xwe cîguhastî Kurdistanê bikin»,-Fûad Husêyn gotîye.

Partîya Dêmokratîk, ya Kurdistana Îranê ji salên 197O ê yî li Îraqêye, feqet bombebarankirinên Îranê û Tirkîyayê didine kifşê, wekî ew dixwezin pirsgirêkên xwe derbazî li Kurdistanê bikin. Tevî Îranê û Tirkîyayê pêwandîyên meye êkonomîkî hene. Di navbera me û  wanda kirîn- frotan dighîje mîlyarda dolara û Îran û Tirkîya kara mezin dstînin»,-Fûad  Husêyn gotîye.

«Pirsa sereke ewe, ku gelo dêklarasîya Organîzeya Netewên Yekbûyî  û mafên navneteweyî îzinê didine Îranê û Tirkîyayê ku opêrasîyonên leşkerî mîyaserkin. Bersiva wê pirsê zelale, «îzin tune». Girêdayî derbgîhandina Hewlêrêra, komîtê hatîye sazkirinê û Îranê gotibû wekî derb gîhandîye baza cesûsîya Îsrayêlê».

Fûad Husêyn daye dîyarkirinê, wekî ewê tu cara îzinê nedin ku axa îraqî bona  gefxwerinên welatên cînar bidine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button