SerekeSîyasî

Sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî bang kirîye ku qedirê serbixwetîya Îraqê bigrin

Wekîlê Organîzeya Netewên Yekbûyî Stêfan Dyûjarîk elam kirîye, wekî sêkrêtarê organîzeyê Antonîû Gûtêrîş girêdayî êrîşên Îranêra, yên ser Kurdistana Îraqê, nerihete.

Berdevkê  sêkrêtarê organîzeyê gotîye, wekî Gûtêrîş bi nerihetî dîna xwe dide behsên derheqa bombebarankirinên li nehîyên Kurdistanê.

«Ew bang dike ku hal lez bidine milahîmkirinê û qedirê serbixwetîya Îraqê û prînsîpa pêwandîyên cînartîyê bigrin»,- Dyûjarîk gotîye.

Qulixdarîya Kurdistanê, ya antîtêrorê îzbat kirîye, wekî hêzên îranî nêzîkî 7O rokêt berbi Hewlêrê berdane,  nava encamên kîjanada 13 meriv hatine kuştinê û 58 meriv jî birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button