H’emû nûçeSereke
Serokwezîr Stanîslav Zas qebûl kirîye
Nîkol Paşînyanê serokwezîr sêkrêtarê sereke, yê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Stanîslav Zas qebûl kirîye.
Stanîslav Zas derheqa monîtorînga organîzeyêye li Ermenîstanê, înformasîyon dane serokwezîrê Ermenîstanê.
Mîsîya organîzeyê bona wê yekê hatibû şandinê, ku li nehîyên nêzîkî sînorên Ermenîstanê dîna xwe bidine encamên êrîşa Adirbêcanêye 13 ê îlonê. Li ser hîmê encamên xebata mîsîyayê, bona serokên welatên endam raport tê hazirkirinê, kîjanêda halê li herêmê û pêşnîyarên bona rastkirina hal wê bêne destnîşankirinê.