H’emû nûçeSereke

Kirîn-frotana di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda nava nîveka salêye ewlinda gihîştîye du mîlyard dolarî

Kirîn-frotana di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda nava nîveka salêye ewlinda gihîştîye du mîlyard dolarî.Himberî sala 2O21 ê kirîn-firotana di navbera herdu welatada bi 5O selefîva zêde bûne.Derheqa wê yekêda wekîla Rûsîyayêye kirîn-frotanê Anna Donçênkoyê gotîye.

“Reqemên ku min raber kirine, gelekî zelalin. Ew hê zêde dibe û em hêvîdarin, wekî hetanî dawîya salê wê feydayên gelekî baş bêne kifşê. Mecal hene, ku em bi hemû alîyava bighîjine pêşkfetinê. Mesele, li Ermenîstanê goveka avayîçêkirinê pêşda diçe û nava salêda wî alîda çar pêşengeh tên teşkîlkirinê û ew yek bona bîznêsê gelekî girînge”,-Anna Donçênkoyê gotîye.Ewê serda zêde kirîye, wekî bona wan hemû govek jî girîngin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button