H’emû nûçeSereke

Çareserkirina ewlehkarîya Ermenîstanê pirseke Rûsîyayêye pêşine:baylozê Rûsîyayê

Seroka mehkema sereke Anna Vardapêtyanê baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn qebûl kirîye.

Baylozê Rûsîyayê Anna Vardapêtyan pîroz kirîye ku ew qulixa nûda hatîye kifşkirinê û bi hêvîdarî gotîye, wekî hevkarîya di navbera mehkemên Ermenîstanê û Rûsîyayêye serekeda, wê qewînbe û berdewambe.

Xêncî pirsên derheqa hevkarîyêda, Anna Vardapêtynê usa jî derheqa xirabkarîyên leşkerên Adirbêcanêda, kuştina dîlên ermenîye leşkerî û zêrandina wanda xeberdaye.

Kopîrkînê bayloz daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya hemû tiştî dike, ku pirsên bilindkirî bêne helkirinê û serda zêde kirîye, wekî çareserkirina ewlehkarîya Ermenîstanê pirseke Rûsîyayêye pêşine.

Wextê hevdîtinê usa jî pirsên bona herdu alîya hewaskar hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button