H’emû nûçeSereke

Mîrzoyan derheqa îzinnedayîna gefxwerinên hindava stansîya Ermenîstanêye atomîda daye dîyarkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan serokê ajansa navneteweyî, ya ênêrjîya atomî, Rafayêl Marîano Gros qebûl kirîye.

Mîrzoyanê wezîr gotîye, wekî Ermenîstan, çawa welatê ku stansîya atomî dide xebatê, pêşkeftina hevkarîya kardar girîng hesab dike, ya ku bona armancên bi rêya edil xebitandina ênêrjîya atomîye. Alîyê ermenî hevkarîya têknîkîye tevî Ajansê û rola wê bilind qîmet kirîye. Nava vê hemtêkstêda Mîrzoyanê wezîr derheqa gefxwerinên hindava stansîya ermenîye atomîda xeberdaye û ew yek çawa tiştê îzinnedayînê hesab kirîye.

Rafayêl Grosî gotîye, wekî Ermenîstan hevkara MAGATE ye  amine, û derheqa xebata Ermenîstanêye zelalda daye dîyarkirinê.

Wextê hevdîtinê usa jî derheqa ewlehkarîya herêmêda xeberdan çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button