H’emû nûçeSereke

Tiştekî nêzîkî aqilaye wekî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv birîyara derheqa derketina ji Ermenîstanê qebûl bike: Alên Sîmonyan

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan amade dibe ku wextê seredana li Rûsîyayê pirsên  girêdayî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv va gotûbêj bike.

Bi xeberdana di derbarê wê yekêda, wekî serokwezîrê Ermenîstanê gotibû ku bi seda mîlyon dolar hatine dayînê, lê hindava Ermenîstanêda ew borcdarî nayêne mîyaserkirinê û çawa bersiva pirsa rojnamevan, ku ew yek derheqa Rûsîyayêdane yan na, Sîmonyan gotîye, wekî ew nikare bêje ku ew gotina serokwezîr derheqa kêdane.

“Bi fikira min, heger tiştekî usa hebe, ew yek dikare bûyarên Ûkraînayêva girêdayîbe”,-Sîmonyan gotîye. Ewî serda zêde kirîye, wekî wextê seredana zûtirekê, ya li Rûsîyayê, pirsên girêdayî organîzeyêra û usa jî yên girêdayî peymana Ermenîstanê û Rûsîyayêva wê bêne gotûbêjkirinê. “Bona wê yekê Ermenîstan îdî berbirî wan bûye. Lê hetanî roja îroyîn jî tu bersiv nehatîye stendinê”,- ewî gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, wekî îdî wedeye ku Ermenîstan ji orgenîzeyê derkeve, Sîmonyan gotîye: “Diqewime usa bibe ku organîze birîyarê qebûl bike ji Ermenîstanê derbikeve, çimkî ew sîstêm bersivê nade û ez li ser fikira xweme, ku em gerekê dirêj bifikirin û fem bikin. Feqet, ew yek usa hêsa jî nîne, ku em lezo-bezo gava biavêjin, bêyî femkirina wê yekê, ku paşê wê çi bibe. Li ser vê pirsê ezê xeberdim”,- Alên Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button