SerekeSîyasî

Wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyî bang kirîye ku êrîşên Îranê û Tirkîyayê bêne sekinandinê

Wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya pirsên Îraqê, Canîn Hênîs Plasçêrt li Organîzeya Netewên Yekbûyî daye dîyarkirinê, wekî êrîşên tirka û îranîyaye ser Îraqê gerekê bêne sekinandinê.

«Wextê axaftina xwe, ya meha gulanê, min derheqa êrîşên tirka û îranîyada gotibû û ew niha bona Îraqê bûne «norma nû». Grêdayî êrîşên Îranêra, yên hevtîya derbazbûyîda, ez tenê dikarim wê yekê biwekilînim. Ev kirin dikarin encamên wêrankirinê pêşda bînin, rûyê çida meriv tên kuştinê û birîndar dibin»,- Plasçêrtê gotîye.

Xêncî wê yekê ewê serda zêde kirîye, wekî tu cînarek gerekê Îraqê hesab neke çawa hewşa paşin. «Gerekê îzinê nedine tu cînarekî ku ew serbixwetîya Îraqê biteribîne. Feqet ev hemû tişt her dem dîsa diqewime»,- ewê gotîye.

Nehîyên Herêma Kurdistanê, yên li rex Îranê, 11 roja ser hev tên topbarankirinê.

Hevtîya derbazbûyî rûyê wan topbarankirinada 14 meriv hatine kuştinê û 6O meriv jî birîndar bibûn.

Xêncî wê yekê Tirkîya bi dirona êrîşa dibe ser nehîyên Herêma Kurdistanêye li rex sînor.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button