H’emû nûçeSereke

Gotûbêjkirinên van dawîya û xebata dîplomatî cîhê pêşdaçûyînê saz kirine: serokwezîr

Nava vê êtapêda Ermenîstan bi bersivdayîna ji alîyê civaka navneteweyîda, ya girêdayî bûyarên 13 ê îlonêra,  razîye. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê gotîye.

Ewî daye  dîyarkirinê, wekî xebatê gerekê berdewam bikin bona ku bersiva navneteweyî jî wî cûreyîbe. «Zelale, wekî temamîya civaka navneteweyî qîmetê bi nav û projeya xerîta rê dide ku em çi cûreyî gerekê vê pirsgirêkê helkin û hal jî altkin»,- serokwezîr gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî bi qîmetkirina wî, gotûbêjkirinên van dawîya û xebata dîplomatî bona pêşdaçûyînê cîh çê kirine.

«Vî alîda ez dixwezim vî qîmetî bidim, ku bi çi alîyava dikare cî pêşda bê, bona ku em pêşda herin. Min li ser hîmê qayîlnivîsara 8 ê kanûna sala 1991 ê xeberdaye, li ser hîmê naskirina yekîtîya axêye ji alîyê  Ermenîstanê û Adirbêcanêda û nîşanên wê yekê hene, wekî li ser vî hîmî nêzîkbûn dikare bona hemû alîya ya qebûlkirinêbe»,- serokwezîr gotîye û serda zêde kirîye, wekî hinek cîh jî heye, bo ku xeberdana di navbera  Qerebagê û Adirbêcanêda bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button