H’emû nûçeSereke

Ermenîstan û Adirbêcanê sozdarîya xwe ya ji bo naskirina yekparçeyîya axa hev piştrast kirin

Hukumeta Komara Ermenîstanê da zanîn ku di encama hevdîtina çaralî ya ku di 6 ê cotmeha 2022  da bi serokkomarê Fransayê Makron û serokê Konseya Yekîtîya Avropayê Mîşêl re hat kirin, serokwezîrê  Ermenîstanê Paşînyan û serokê Adirbêcanê Elîyêv daxuyanek dan:

“Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Alîyêv di 6 ê cotmeha 2022 da li Prahayê di çarçoveya “Civaka sîyasî ya Avropayê” ya ewil ya ku bi înîsîyatîva serokê Tirkîyayê hat kirin, li Prahayê rastî hev hatin.

Ermenîstan û Adirbêcanê pabendbûna xwe bi Peymana Neteweyên Yekbûyî û di sala 1991 da piştrast kirin daxuyanîya Alma-Atayê, ku bi rêya wê herdu alî yekparçeyîya xak û serwerîya hev nas dikin. Wan teqez kir ku evê bibe bingehek ji bo xebatên komîsyonên li ser veqetandinê û ku civîna bê ya van komîsyonan dê di dawîya cotmehê da li Bryûksêlê pêk were.

Ermenistanê razîbûna xwe ji bo teşwîqkirina mîsyona sîvîl ya Yekîtîya Avropayê li ser sînorê Adirbêcanê eşkere kir. Adirbêcan razî bû ku heta radeya ku dê têkildar be, bi şandeya navborî re hevkarîyê bike. Mîsyon wê di meha cotmehê da, herî zêde ji bo du mehan dest bi karê xwe bike. Armanca şandeyê ewe ku bawerî ava bike û bi raporên xwe piştgirî bide komîsyonên sînor”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button