H’emû nûçeSereke

Piştî hevdîtina li Prahayê, hevraxeberdanên bi Adirbêcanêra tu pêşkeftin tune: bersiva wezîreta Ermenîstnêye karên ya ji bo elametîya Çaûşoglû

Wezareta  Ermenîstanêye karên der bersiva wezîrê Tirkîyayêyî karên der Mêvlût Çaûşoglû da, yê ku gotibû  ku Ermenîstan û Adirbêcanê li ser esasên sereke yên peymana aştîyê li hev kirine.Wexte bersiva pirsa “Armênprês”ê,  sêkrêtarê  wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan  da kifþê, ku danûstandinên li gel Adirbêcanê berdewamin û piştî daxuyanîya  civîna Prahayê, tu pêşkeftinek di vî warî de  tune.

“Danûstandinên bi Adirbêcanê ra berdewam dikin û piştî daxuyanîya piştî civîna Prahayê di vî warî da tu pêşkeftin tune. Heger pêşkeftinên nû çê bibin, çawa yê berê, emê raya giştî rast agahdar bikin»,- Hûnanyan got.

Wezîrê  Tirkîyayê Mêvlût Çaûşoglû di bernameya “Dîtina zelal” ya têlêvîzyona Tirkîyayêye  TVNET de behsa pêvajoya çareserîya  ermenîya-tirka û herwiha pêvajoya Ermenistan-Adirbêcanê kir.

Ewî dîyar kir ku pêwîste Adirbêcan û Ermenîstan peymana aştîyê ya herdemî îmze bikin.Li gorî wî, li ser rîya vê peymana aştîyê ya daîmî, pirsgirêkên wekî sererastkirina sînor hene.Çaûşoglû destnîşan kir ku wezîrên karên derve yên herdu welatan ji bo li ser 5 prînsîpan li hev bikin hatine wezîfedarkirin û got ku di encamê da peymana ku li ser van prînsîpan hatîye çêkirin divê bê tetbîqkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button