SerekeSîyasî

Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî dêlêgasîya koalîsyona îraqî qebûl kirîye

Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî dêlêgasîya koalîsyona îraqî qebûl kirîye. Ew rastî spîkêrê parlamênta Îraqê Mehmed Al Xalbûsî, Falî  Feyad û kandîdatê bona qulixa serokwezîr Mehmed As Sûdanî hatîye.

Li gorî elametîya belavkirî, Mesûd Barzanî lîdêrên koalîsyonê li Hewlêrê qebûl kirine bona ku halê sîyasî, hilbijartina serokê Îraqê û usa jî sazkirina hukumata Îraqê gotûbêj bikin.

Ew pevketine ku van têma gotûbêj bikin û wextê civîna parlamêntêye bi sirê, bighîjine qayîlîyê.

Eva serê salekêye wekî partîyayên sîyasî nikarin hukumatê sazkin, çimkî di navbera partîyada hevraqayîlnebûn hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button