H’emû nûçeSereke

Ew ji xebatên bona bilindkirina  ewlehkarîyê razî bûn: pêşezan derheqa seredana Grosîda

Serokê MAGATÊ Rafayêl Grosî gavên bona dirêjkirina xebata stansîya Ermenîstanêye atomî bilind qîmet kirîye. Di derbarê wê yekêda pêşezanê ênêrgêtîka atomî, şêwirmendê serokê stansîya Ermenîstanêye atomî Gêra Sêvîkyan gotîye.

«Grosî ji dîtina xwe razî ma.Ewî halê stansîya atomî dît û pirsa hîmlî danî ser wê yekê, wekî me xebateke mezin kirîye, dezgehên ewlekarîyê çê kirine, beşeke wan hatine guhartinê û ewlehkarîya stansîya atomî hatîye bilindkirinê»,- Sêvîkyan gotîye.

Ewî gotîye, wekî stansîya atomî gerekê gava biavêje hetanî çêkirina stansîya nû, nêzîkî 1O-12 sala, bona ku nava wî wedeyîda stansîya atomîye nû bê çêkirinê. Grosî elam kirîye, wekî Tirkîya gerekê terka wan elametîya bide, wekî stansîya atomî gerekê bidine sekinandinê, çimkî bi gotina Grosî nava 5O salên xebatêda tu tişt neqewimîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button