SerekeSîyasî

Lîdêrê Partîya Kurdistanêye Sosîyal-Dêmokrata amadeye bona parastina binelîyên kurd hêzên xwe bişîne Xaneqînê

Sêkrêtarê sereke, yê partîya Kurdistanêye Sosîyal-Dêmokratîk Mehmed Hecî Mehmûd elam kirîye, wekî prosêsa erebîzasîyakirina nehîyên kurda, yên ku bin kontrola hukumata herêmêda nînin, berdewame û kurd nava qezîyayêdanin.

Nava elametîya xweye nivîsarda, ya ser navê wezîreta pêşmerga, Hecî Mehmûd bîr anîye, wekî hetanî niha hukumat nehatîye sazkirinê.

Nenihêrî wî halê xirab ew derheqa kurdada bîr naynin. Wezîrê neftê herroj gefa Kurdistanê duxwe û pirsgirêkên nû saz dike”,-Hecî Mehmûd gotîye.

“Li nehîyên ji bin kontrola hukumata herêmê der kurd ji ser axa wan derxistine û li wandera mexberên kurda zêdetir bûne. Ew parêzerên ku hatine Xaneqînê gefa li kurda dixun û sîyaseta erebîzasîyakirinê mîyaser dikin”,- Hecî Mehmûd gotîye.

Ewî nivîsîye, ku heger hukumat nikare qewatê bide xebatê, ew îzinê dixweze ku hêzên partîya xwe bibe wir bona ku li wir îzinê nedin ku li ser axa kurda xirabkarî bêne mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button