SerekeSîyasî

Ebdil Letîf  Reşîd serokê Îraqêyî nû

Ebdil Letîf Reşîd bû serokê Komara Îraqê, yê ku nava hilbijartinêda bi piranîya denga ser ket.Hilbijartin bi du êtapa derbaz bûn, beşdarî kîjanê bûn 277 parlamêntvanên Îraqê.

Hîvîyêne, wekî wê zûtirekê teslîmî serokkomarê nû bikin ku ew nava 3O rojîda hukumata nû bide sazkirinê.

Ebdil Letîf Reşîd sala 1944 a li Silêmanîyê ji dayîk bûye, yê ku li ûnîvêrsîtêya Lîvêrpûlê xwendîye û dawîyê navê doktorîyê li ûnîvêrsîtêya Mançêstrê stendîye.

Ewî xwendina xwe li ûnîvêrsîtêya Silêmanîyê destpê kirîye û paşê li cêrge kopanîyayên rêsûrsên avêva girêdayî xebitîye.

Karkirina xwe ewî salên 6O î destpê kirîye, wî çaxî bûye endamê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û serokatîya xwendikarên kurde li Avropayê hildaye ser xwe.

Ew tevî sazbûna Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê bûye û paşê bûye wekîlê wêyî li Brîtanîya Mezin û li cêrge welatên avropî. Piştî sala 2OO3 a ew çawa wezîrê rêsûrsên Îraqêye avê hatîye kifşkirinê û hetanî sala 2O1O  a wê qulixêda xebitîye û piştî wê yekê bûye şêwirmendê serokê Îraqê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button