H’emû nûçeSereke

Ji alîyê rojavayêda ne ku pêşnîyarên konkrêt tên bihîstinê, lê dixwezin piştgirîyê bidine herdu alîya: cîgirê wezîrê karên der

Bona rastkirina halê sert, yê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, ji alîyê rojavayêda ne ku pêşnîyarên konkrêt tên raberkirinê, lê dicedînin ku piştgirîyê bidine herdu alîya. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Parûyr  Hovhannîsyan gotîye, dema ku ewî  bersiva wê pirsê daye ku alîyê rojavayêda çi pêşnîyarên konkrêt hene.

Bi axaftina derheqa peymana aşîtîyêda, cîgirê wezîr bîr anîye, wekî nava pêşnîyarên Bekûyêda xalên qebûlnekirinê tunene. “Ew pêşnîyar tam nînin û bo wê yekê jî alîyê ermenî pêşnîyarên xwe raber kirine.Niha xebat tên mîyaserkirinê.Şuxulkarî ji herdu alîyada hatîye îzbatkirinê, ya ku bêyî tu qewil û qirara dimeşe”,-Hovhannsîyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button