H’emû nûçeSereke

Mîn li ser xeta pêşin hatine cîhwarkirinê, lê ne ku nava gundada: Marûkyan bersiva Elîyêv daye

Îlham Elîyêv fem dike, wekî bona wan wê gelekî dijwarbe ku azêrîya li gundên Arsaxêye dargirkirî cîhwarkin. Derheqa wê yekêda baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan rûpelê xweyî  facebook da nivîsîye.

“Eve  menî, wekî ew dixweze vî cûreyî civaka navneteweyîra şirove bike ku bona çi cimetê li wandera cîhwar nake. Bi gotina wî, giva mîlyonek mîn hatine cîhwarkirinê û bona  paqijkirina wan hê 3O sal û 25 mîlyard dolar jî pêwîstin.

Bi rastî mîn şerê Qerebagêyî ewlinda hatine cîhwarkirinê, lê ew mîn li xeta pêşinin, ne ku gundada”,-Marûkyan nivîsîye.

Em bêjin, wekî civîna li Astanayê, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv gotîye, wekî Adirbêcanêra wê 3O sal û 25 mîlyard dolar pêwîstbin,  bona ku li wan nehîya mîna bide derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button