SerekeSîyasî

Dengbêja kurd nava heyşt girtîyadane

Roja  înîyê, wextê gera li mala, ya li provînsîya Dîyarbekirê, çar meriv hatine girtinê, nava kîjanada usa jî dengbêja kurd Sara Êrtaş bûye. Roja înîyê bi tomerî hildayî heyşt meriv hatine girtine.Ajansa Mezopotamîyayê ragîhandîye, wekî destûra bona girtina 30 merivî hatîye stendinê û hîvîyêne, wekî hejmara wan wê zêdebe.

Dengbêja binçevkirî keça şikilkêşê kurd Îbrahîm Êrtaşe, yê ku mijdara sala 2015  a hatîye girtinê û cezayê girtina 22 sala stendîye.

 Ajansê ragîhandîye, wekî girtina van meriva diqewime wê yekêva giredayîbe, ku protestokirin dijî fêstîvala çandî hatine mîyaserkirinê.Em bêjin, wekî ew festival  ji alîyê wezîreta çandê û tûrîzmêda li nehîya Sûrê hatîye derbazkirinê û ev nehyî piştî operasîyona tirkaye sala 2015  a bêyî binelî maye û nava  encamê wê yekêda 4985 avayî hatine wêrankirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button