H’emû nûçeSereke

Kuştina dîlên ermenîye leşkerî xirabkarîye: Human Rights Watch

Kuştina dîlên ermenîye leşkerî xirabkarîye, gunehkara kîjanê jî gerekê li ber cabdarîyê bisekinin. Derheqa wê yekêda teşkîleta mafraêz Human Rights Watch ê elam kirîye. 

Organîzeyê vîdyoya nava malperên sosîyalîda lêkolîn kirîye, kîjanêda te kifşê, wekî  here kêm heft dîlên ermenî dikujin.

Kuştina leşkerên dîlketî xirabkarîke şêre mezine. Derheqa wê yekêda oragnîzeyê daye dîyarkirinê.

 “Desthilatdarîya Adirbêcanê lêkolîn destpê kirîye, bi kîjanê gerekê xêncî cabdarîyê, garantîyayê bide ku zordarîyên wî cûreyî wê newekilin”,- serokê organîzeyêyî beşa Avropayê û Asîya Navîn Hyû Wîlyamson gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button