Wekîlê ji miletê me, şampîyonê cîhanê û Ewropayê Malxas Amoyan di Şampîyoniya Gulaşa Yûnanî-Romayîda ya hetanî 23 salî da ku li Pontêvêdra Îspanyayê tê lidarxistin, di fînalê da bi hesabê 7:2 ji Moldovayê Alexandrin Gutû têk bir. Amoyan ji fînala 1/16 dest bi şer kir û nûnerê Îranê Mihemed Riza Moxtarî bi hesabê 1:1 têk bir, di fînala 1/8 da jî Emmanûêl Alexis Benitez Castro bi hesabê 3:0 têk bir. Di çaryek fînalê de nûnerê Malxas nava şerê tevî nûnerê Qirgizistanê AkilbekTalantbêkov, bi hesabê 2:1 ser ket. Em Malxas pîroz dikin û jêra sekeftinên nû dixwezin.
Gotarên eynî
Andranîk Koçrayan daye zelalkirinê ku Ermenîstan bona çi ji elametîya 9 ê mijdarêye sêalî dernakeve
17.09.2024, 12:45
Ermenîstan gerekê bikaribe axa xwe û binelîyên xwe biparêze: hevkarîya Ermenîstanê û Fransîyayêye nava goveka parastinêda wê berdewambe
17.09.2024, 10:55
Herwiha kontr’ol bike
Close