H’emû nûçeSereke

Norvêc amadeye piştgirîyê bide xweykirina yekîtîya axa Ermenîstanê: wezîra Norvêcêye karên der

Wezîra Norvêcêye karên der Annîkên Hyûtfîldtê, wextê hevdîtina tevî hevkarê xweye ermenî Ararat Mîrzoyan, derheqa amadebûna Norvêcêda careke mayîn îzbat kirîye, ku ewê piştgirîyê bide xweykirina desthilatdarî û yekîtîya axa Ermenîstanê.Derheqa wê yekêda Hyûtfîldtê wextê prêss-konfêransê jî elam kirîye.

“Ez zanim, wekî seredana min nava zemanekî bona Qafqasîya Başûr sertda derbaz dibe. Armanca ewlin, ya seredana min ewe ku ez bêjim, ku Norvêc piştgira cimeta ermenîye.Minê bixwesta ku halê li herêmê diha  baş fem bikira û pêwandîyên herdu welataye dualî zêdetir qewînbûna”,- wezîra Norvêcê gotîye.

Îsal 3O salîya îzbatbûna pêwandîyên herdu welataye dîplomatî tê kifşkirinê.Bo wê yekê jî wezîrê daye dîyarkirinê, wekî pêwandîyên herdu welata diha gelekî nêzîk hevvin û bona wê qedirekî mezine bizanibe, wekî ew sed sal pêşda Frîtyof Nansên nas kirîye û bona xebatên wîye tevî mihacira ew hê tê bîranînê.

Bi gotina wezîrê, wextê hevdîtina tevî Ararat Mîrzoyanê wezîr, cêrge pirsên herêmî, yên ewlehkarîyê, xebatê bona amadekirina peymana aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û usa jî yên derheqa pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayêda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button