H’emû nûçeSereke

Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv qirar kirîye mîsîya dîtindarîyê bişîne

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan elam kirîye, wekî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv li ser hîmê erza Ermenîstanê qirar kirîye, mîsîya dîtirndarîyê bişîne.

Bi gotina wî: “Hatine ew meriv û raport hazir kirine  û ew raport jî raberî hemû welatên endam kirine. Li ser hîmê wê yekê  projeya qirarê hatîye belavkirinê. Me cêribandîye fem bikin ku kengê civîna şêwira organîzeyê dikare pêk bê, li kîderê serokên wan welata dikarin şandina mîsîya dîtindarîyêye nû gotûbêj bikin. Nava vê êtapêda birîyar tune, gotûbêjkirin tunene.Civîna şêwirê gerekê pêk bê.

Li vir bona me gelekî girînge ku qîmetkirina hal, ya sîyasî hebe, bi kîjanê welatên tifaqdarên me wê pêşda bên.Berî her tiştî  meriv gerekê fem bike ku bi çiqasîva organîze vî halî nas dike.Ev yek agrêsîya dijî Ermenîstanêye û ketina nava axa wêye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button