H’emû nûçeSereke

Alîyê Adirbêcanê bi xwe agrêsore û ew gerekê hêzên xwe ji axa Ermenîstanê derbixe: tabîya parlamêntvanên Avropayê, ya wextê hevdîtina tevî parlamêntvanên ji Ermenîstanê

Wextê hevdîtina li Strasbûrgê, ya tevî parlamêntvanên parlamênta Ermenîstanê, parlamêntvanên parlamênta Avropayê elam kirine, wekî agrêsor alîyê Adirbêcanêye û ew gerekê lez hêzên xwe ji axa Ermenîstanêye serbixwe derxe.

Di derbarê wê yekêda parlamêntvanê Ermenîstanê, yê ji partîya “Peymana sîvîl” Hayk Koncoryan gotîye Armênprêssê.

“Parlamêntvanên Avropayê elam kirin, wekî hema Adirbêcan bi xwe alîyê agrêsore û ew gerekê lez hêzên xwe ji axa Ermenîstana serbiexwe derxe. Ji wana gelek meriv bi elametîyên xweva ew yek şermezar kirin û ez bawarim, wekî ewê hê dîsa tabîya Adirbêcanêye agrêsîv gunehkarkin.Ez ev seredana li Avropayê û hevdîtinên me girîng hesab dikim, çimkî me cêriband tabîya ermenî, berjewandîyên ermenî raberkin û me da dîyarkirinê ku em hindava rojeva aşîtîyêda aminin, lê bi wê yekêva tevayî emê îzinê nedin ku dijî topraxa meye serbixwe gavên agrêsîv bêne avîtinê”,- Koncoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button