H’emû nûçeSereke

Li Fransîyayê wekîlên parlamêntên cîh û yên şaredarîya bajêr beşdarî  maratona revê bûne

Li bajarê Fransîyayêyî Marsêlê, ji alîyê yekîtîya bi navê “Bo bîranînê birevin” û yekîtîya “Gencên ermenîye li Fransîyayê” da, bi hevkarîya tevî şaredarîya Marsêlê  maratona revê, ya bo bîranînê hatibû teşkîlkirinê û ya îsal bi vê sernavê bû: “Em Ermenîstanê û Arsaxê xilazkin”.

Armênprssê ragîhandîye wekî bi tomerî hildayî 800 meriv beşdarî revê bûne, nava kîjanada bûne usa jî serokê mêtropola Fransîyayê, ya Êks-Marsêl- Provansê, serokê dêpartamêntê, parlamêntvan Ann- Lorans Pêtêl û parlamêntvanên mayîn, usa jî wekîlên desthilatdarîya bajêr û gelek merivên başqe.Li ser kirasên hemûya nivîsar bûye: “Em Ermenîstanê û Arsaxê xilazkin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button