H’emû nûçeSereke

Nava goveka parastinêda di navbera Ermenîstanê û Hindistanêda hîvîya hevkarîya pêşkeftîne: India Narrative

Malpera hindîye India Narrative ê da gotareke berfireh derheqa seredana wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyane li Hindistanê hatîye raberkirinê. Bi ragîhandina Armênprêssê, malpera hindî dinivîse ku hîvîyêne wekî di navbera Ermenîstanê û Hindistanêda nava goveka parastinêda hevkarî  gerekê pêşkeve, çimkî dêlêgasîya Ermenîstanêye ser asta bilind çûye Hindistanê û beşdarî pêşengeha li bajarê Gandînagarê bûye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî wezîrê Ermenîstanêyî parastinê wextê hevdîtina tevî wezîrê Hindistanêyî parastinê guhdarîya xwe daye ser mecalên berfirehkirina hevkarîya leşkerî û leşkerî-têknîkî.

Malper dinivîse, wekî Hindistan dîna xwe dide bûyarên li Herêma Qafqasîyayê. Paşê serda zêde dike wekî Tirkîya û Pakîstan piştgirîyê didine Adirbêcanê, lê Yêrêvan dicedîne hevkarîyê tevî Hindistanê îzbatke. “Hemû tişt ji wê yekê destpê bû, dema ku sala 2020 î Hindistanê çar radarên lêgerîna sîliha, yên bahê 40 mîlyon dolarî dane Ermenîstanê.Ji wî çaxîda destpêkirî hukumata Ermenîstanê hewaskarîya hindava tênîka leşkerî dide dîyarkirinê”,- malperê nivîsîye.

Malperê usa jî serda zêde kirîye, wekî pêwandîyên Ermenîstanê û Hindistanêye dîrokî hevkarîyê zêdetir didine qewînkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button